Rêzeçiyayên Transantarktîk (bi înglîzî: Transantarctic Mountains) cûreyeke rêzeçiyayên kevirîn ê bilind bûyî ye (bi piranî sedîmentî) ku li Antarktîkayê li devereke berfireh dirêj bûye. Rêzeçiya bi hinek navberan li seranserê parzemînê, ji Pozikê Adare, li bakurê Axa Vîktoryayê heta Axa Coatsê dirêj bûye. Rêzeçiyayên Transtartîk Antarktîkaya Rojhilat û Antarktîkaya Rojava ji hev vediqetînin ku hejmarek komên çiyayî yên bi navên cuda vedihewînin ku ji rêzeçiyayên biçûk pêk hatine ku beşên biçûk ên rêzeçiyayê ne. Xala herî bilind ê çiyayê Kirkpatrickê ji asta deryayê bi bilindahiya 4.528 mêtre bilind e û ev çiya xwediyê bîst xalên bilind e ku bilindahiya wan herî kêm bi qasê 4.000 mêtreyan e. Rêzeçiya ji çend komên çiyayî yên berdewam ên xwedî navên cihêreng pêk hatiye ku ji rojavayê Deryaya Rossê û ji aliyên rojava û başûrê deşta Qeşayê ya Rossê dirêj dibin û çiyayên wekê çiyayên Horlick, çiyayên Thiel, çiyayên Pensacola, zincîreya Shackletonê û çiyayên Theronê vegirtiye nav xwe.(zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.